Yew Şiîra Kurmancî de Nameyê Tayê Nebatan
* * *
GIYAYÊN ÇOLÊ
Selah Mihemed
Seydayê min î keleş
Eferim û sihetxweş
Te dest pê kir û danî
Navê giha û tiştên xweş
Hêvî dikim seydayê min
Tu nexeyidî ji min
Divêm berdewam bikim
Navê giha û gulên min
Seyda, ka tu kerem ‘ke
Li van rista guhdar ‘ke
Bi hevdû re bixwînin
Kêmasîyan berhev ‘ke
Pirça pîrê, sersipîk
Xeparok û ev guhbelok
Gihakê dobelana
Ev şemsî û serteşok
Sitirîzerk û him tolik
Şaqit, hilû û harik
Heya reşada çolê
Sûrdimê werî holê
Dendefrîş û şimamok
Kuncî, kerk û xecxecok
Pir in ba me heshesûk
Payizê difrin pişok
Kozerok û zengelok
Mircanok tev gêzbelok
Canemerg dareling
Kerbeng tevde berefing
Li berpalan şehferan
Li nav dexlan guhberan
Guhkerok û gulkevrok
Kirkirok û kifkifok
Ew tûreşkê bi dirî
Qurîncokê gincirî
Mêxek û zirmêxek
Kelempera difirî
Nivîştilok, nîsanok
Nûsek û palîmok
Lavlavik û lûleper
Langeçîç û pencerok
Xişxaş hene, xizêmok
Xirnoka ter, zirgezok
Şahgul û gulçîçek
Şîremark û şîrşîrok
Çavê ga û çavkitik
Çavê çêleka ji bîr nek’
Çavmasî û çavreşok
Sîrka mara, pîçanik
Giyabenîşt, giyaberk
Çire û çûng, dawidî
Binefş û devşêr û delav
Fisa gurg û çerx û felek
Ew kulîlka kitika
Kuzî û langê qelê
Naznazk û nanê şivan
Ew şilêra palika
Zirmamîr û mamîran
Nêrgiza zer û zirnêrgiz
Xernûf û botav û şirtik
Şoqilê kewa û maran
Guldîwarik û gulporî
Gulçît û gulmêş û karî
Giyazivr û gulhesîl
Gulîzêrê pengerî
Gulkevirok û mexmûr
Giyakurîşk, gulên hûr
Tev gulmişk û gulxanî
Xanê xeleng, xelendor
Ziravk û rîşalok
Giyarêving, kinêrok
Giyakitik, giyamêş
Giyadûpişk, gêjilok
Raziqî û zirdelav
Ezwa, cahtir û sorav
Dalîdeng, bêwêjan
Sinbilgêlex tev xunav
Guhmişk û birîndarok
Ew sosin û bizbizok
Solilyaz û zirbinefiş
Nêrgiz, marîn, biharok
Kerkor, gunî, gurmize
Belalûs, hizar, gize
Zirbeybûnk, avdarok
Beybûnka xweşik, kevze
Bindehlok, gurgehelal
Oşk û kelî û gêndal
Hiştiralîk û kezîk
Gul pir dibin sal bi sal
Qîvar, kelî, sêvelok
Gulhirç, gulxûn, şermînok
Hesping, mêlaq, reha zer
Siping, sêpelg, hingivînok
Kelavreben, sinbêlok
Giyagêsk û sitêrok
Giyageh, giyagirêçk
Giyaqepûşk, giyagermok
Sendelsotik, pişîlok
Bihdar, şavir, pîpenok
Rêvas, pelk û pensî
Şahtirins û sitirîlok
Neynûk û feyz, pempolok
Qeynax, qelexan, tirincok
Ka tirşoka xatûna
Zîwan û tûpişk, marîjok
Şevgeş, şînik û tolgîn
Pûşê qelûna qerşînk
Pêmirîşk û xirinok
Zirgêzer û zirgêjnok
Talî û şîrkê pêkewk
Pêkoter, mizrangoş
Zenbeqa sipî û tiryak
Zimanê ga û pêkewk
Peqijk, zirkitan, zîzik
Şevbêhin, şiwît û talişk
Unce, wesme û xavir
Havînî, solih û qirşik
Ger ev ne giha giş bin
Em hemû dilpaqij bin
Da tevde em bixwînin
Amade û hazir bin
Yorumlar
Yorum Gönder